PADÊ, serî li komîsyona hilbijartinê ya Nînowayê da û îtîraza encaman kir

Der barê encamên hilbijartina pêşwext a Iraqê de nerazîbûn dewam dikin.
Duh PADÊ serî li Komisyona Hilbijartinê ya Bilind a Ninowayê da û îtîraza encamên hilbijartinê ya Şengalê kir.

PADÊ destnîşan kir ku ji 83.000 dengên li ser Şengalê qeydkirî tenê 13.000 deng hatine bikaranîn.
Welatiyên Êzidî yên Şengalê jî tekildarî encamên hilbijartinê diyar kirin ku ew encaman qebûl nakin û divê hilbijartin dubarê were kirin.

Hilbijartina pêşwext a Iraqê bi encam bû, lê derbarê encaman de nerazîbûn dewam dikin.

Doh, piştî encamên hilbijartinê ji aliyê komisyona hilbijartinê ya bilind ve hate aşkerekirin, li gelek cihan îtiraz Ii encaman hatin kirin.

Yek ji wan cihan jî Şengale.

Piştî encamên hilbijartinê hatin eşkere kirin, duh PADÊ serî li Komisyona Hilbijartinê ya Bilind a Ninowayê da û îtîraza encamên hilbijartinê ya Şengalê kir.

PADÊ: Ji 83 hezar dengên li ser şengalê qeydkirî tenê 13 hezar deng hatin bikaranîn

PADÊ di serlêdana îtîrazê de çend xalên esasî destnîşan kirin.

PADÊ da zanîn ku ji 83.000 dengên li ser Şengalê qeydkirî tenê 13.000 deng hatine bikaranîn. Ango 70.000 hezar deng hatine astingkirin.

Civaka Êzidî daxwaz kirin ku li Şengalê hilbijartin were dubarekirin

Tekildarî encamên hilbijartinê, Êzidiyên Şengalê jî nerazîbûn nîşanda û diyar kirin ew encaman qebûl nakin û divê hilbijartin dubarê were kirin.

Êzîdiyên Şengalê dibêjin li gelek navendên hilbijartinê heya saetên dereng dengdan destpê nekir, qeydên gelek kesan derneket û qeyda gelek kesan jî li gelek cihên dûr derxistine.

Şeniyê bi navê Dewrêş yê ji gundê Borikê anî ziman ku bi zanebûn qeydên dengdaran cihên dûr derxistine da ku biserkevin.

Dewrêş got, “Mesela wan naxwazin gelê Şengalê xwe birêve bibe.”

Seydo Hisnî yê ji gundê Guhbel jî bal kişand ser pirsgirêkên dengdanê û got,

Ji bo gelê Êzidî dengê xwe nedin, ev planek bû û li ser Êzidiyan hate meşandin.

‘Ji heman gundê şeniyê bi navê Şalan jî da zanîn ku ew bi xwe muşahidê sindoqan bûye û şahidî kiriye ku amûrên dengdanê qertê gelek kesan nexwendiye.

Şêniyan diyar kirin ku bi taybetî ew kesên ku wê dengê xwe bidana PADÊ qeydên wan derneketine.

Gelê Êzidî yên Şengalê li beramberî encamên hilbijartinê daxwaz kirin ku li Şengalê hilbijartin were dubarekirin.

Back to top button