Partiyên Başûrê Kurdistanê zêdetirî nîvê dengan ji dest dane

Li gorî hilbijartinên 2018’an li başûrê Kurdistanê partiyan bi deh hezaran deng wenda kirin.
PDK’ê di hilbijartinan de 300 hezar deng wenda kir
Li gorî hilbijartinên berê jî ev yek asta herî kêm e.
Partiyên başûrê Kurdistanê li parlementoya Iraqê 63 kursî bi dest xistin.

Di 10’ê Cotmehê de hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê pêk hat û di 11’ê cotmehê de ango duh, Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan, encamên destpêkê eşkere kirin.

Li gorî encama komîsyonê, 5 partiyên Herêma Kurdistanê Kursî zêde kiribin jî, rêjeya dengdanê kêm kirine.

PDK’ê 300 hezar deng li gorî sala 2018’an ji dest dane

PDK’ê di hilbijartinên 2018’an de 25 kursî bi dest xistibû, lê di vê hilbijartinê de 32 kursî bidest xist.

PDK’ê di hilbijartinên 2018’an de 724 hezar û 727 deng anîbûn. Lê di van hilbijartinan de PDK tenê 420 hezar û 430 deng anîn.

Ev tê wateya ku PDK’ê 304 hezar û 297 deng ji dest dan.

PDK di van hilbijartinan de kursiyên di parlamentoyê de zêde kiribin jî, hema bêje nîvê dengên berê negirtiye.

YNK’ê li gorî sala 2018’an 214 hezar deng ji dest dan e

YNK’ê di hilbijartina Iraqê ya 2018’an de 364 hezar û 638 deng bi dest xistibû.

Lê di vê hilbijartinê de tenê 150 hezar û 155 deng deng girtin, 17 kursî bi dest xistin.

Nifşa nû li gorî sala 2018’an 17 hezar deng ji dest dan e

Nifşa Nû di hilbijartina 2018’an ya Iraqê de 6 kursî bi dest xistibû, lê vê carê 9 kursî bi dest xist.

Nifşê Nû di hilbijartina 2018’an de 152 hezar û 645 deng bi dest xistibû, lê di vê hilbijartinê de 135 hezar û 140 deng bidest xist.

Nifşa Nû her çendî kursiyên xwe zêde kiribe jî, lê 17 hezar deng ji dest dan e.

Goran li gorî sala 2018’an ji sedî sed deng ji dest dan

Tevgera Goran di hilbijartina vê carê de tenê 22 hezar û 300 deng bidest xistiye. Yanî Goran ji sedî sed deng ji dest dane .

Kurd vê carê li gorî hilbijartina 2018’an wê xwedî kursiyên zêdetirbin. Di hilbijartina 2018’an de 58 kursiyên Kurdan li Bexdayê hebûn, lê vê carê Kurd bi 63 kursiyan diçin parlamentoya Iraqê.

Kursiyên Kurdan yên li Bexdayê bi vî awayî ye:

Partiyên Başûrê Kurdistanê 63 kursî li parlementoya Iraqê bi dest xistin

PDK 32 kursî

YNK 17 kursî

Nifşê Nû 9 kursî

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 4 kursî

Komeleya Dadgera Kurdistanê 1 kursî

Back to top button