Iraq..Koma Sadir bêtirî 70 kursî qezenc kir û mafê avakirina hikumetê bdest xist

Ji 2003’an ve li Iraqê hilbijartina 5. pêk hat.
Di hilbijartinê de careke din serkeftina partiyên Şii li pêş bû.
Li gorî encamên nefermî yên despêkê ku diyar bûne, piraniya dengan ji aliyê Şiiyan ve hatine bidestxistin.
Koma Sadir jî bi girtina bêtirî 70 kursiyan bû di rêza yekem de cihê xwe digre.
Partî û rêxistinên Kurdan jî bi girtina ji sedî 61 deng di rêza duyem de cihê xwe girtin.
Tevlîbûna hilbijartina vê carê ji ya 2018’an jî kêmtir bû.

Piştî hilweşandina rejîma dîktator ya Seddam Huseyîn a 2003’an, di hilbijartinên li welat pêk tên de hertim serokwezîr ji Şiiyan tê hilbijartin.

Di hilbijartinên ji wê demê heta niha hatine lidarixstin, di meclis û hikumetê de serdestiya Şiiyan hebûna xwe ya zêde diparêze.

Piştî xwepêşandanên 2019’an li dijî bêkarî û gendeliyê ku bi seden kes di encamê de hatin kuştin, hilbijartina yekem a pêşxwext pêk hat.

Piştî xwepêşandanan, hilbijartin bi qasî 6 mehan hatin pêşxistin.

Tevî guhertinên biçûk yên di pergala hilbijartinê de, li gorî daxwaz û hilbijartinên pêşwext, beşdarbûn di asta rekor de kêm bû.

Ev dane jî ji sedî 41 bû.

Li gorî encamên destpêkê yên hin herêman û paytext Bexdayê, partiya Sadr ji 329 kursiyên parlamentoyê, bêtirî 70 bi dest xist.

Ev hêzê dide Sadr ku di damezrandina hikumetê de xwedî bandorek zêde be.

Danûstandinên ji bo avakirina hikumetek koalîsyonê piştî her serdema hilbijartinê li Iraqê dikare hefte, carinan jî mehan bidome.

Muqteda el Sadr ku serketina xwe ragihand, li televîzyonê axivî û soz da ku wê li dijî karên nelirê yên li welêt têbikoşe.

Es Sadr hişyarî da dewletên biyanî ku tevlî karê avakirina hikumetê nebin.

Sadir cara yekem hebûna xwe di hilbijartina 2018’an de bi qezenckirina 54 kursiyan dabû.

Partî û rêxistinên Kurd 61 kursî qezenckirin

Partiyên Kurd jî di hilbijartinê de 61 kursî bidest xistin.

Ji van Partî Demokart a Kurdistanê PDK 32, YNK û Tevgera Goran 15 û partî û rêxistinên din jî 14 kursî bidest xistin.

Li gorî encamên fermî yên nemisoger Partiya Taqaddûm a bi lîderiya Serokê Meclîsê yê Sûnî Mûhammed Halbûsî 38 kursî bi dest xist.

Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya Serokwezîrê Berê Nûrî El Malîkî jî 37 kursî wergirt.

Li Iraqê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê gelekî kêm bû.

Komîsyona hilbijartinê diyar kir ku tenê ji sedî 41 ê hilbijêran dengê xwe dane.

Ev rêje ji tevlîbûna hilbijartinên sala 2018’an jî kêmtir e ku hingî ji sedî 44.5 ê dengdêran tevlî bûbûn.

Back to top button