UNHCR: Li Derya Spî 15 koçber mirin

Xewn û xeyalên koçberiya berbi Ewropa ve, li Derya Spî careke din mirin bixwere anî.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku li peravên Libyayê 15 koçber di avê de xeniqî ne.

Komîseriyê li ser hesabê Twitterê ragihand, li peravên Lîbyayê 2 keştiyên penaberan noqî avê bûne û 15 koçber mirine.

UNCHR’ê diyar kir şeva yekşemê bûyer pêkhatiye, ji keştiyên ku gihaştine Trablûsê 177 kes sax mane û kesên ku xelas bûne jî pêwistiya wan bi alîkariya tenduristiyê heye.

UNHCR’ê daxuyakirin ku koçber ji bajarên Zwara û El Humsê yên peravên rojavayê Libyayê bi rê ketine.

Piraniya koçberên ji Sehraya Jêra Efrîkayê ji bo ku biçine Ewropayê di ser Libyayê re diçin.

Navbeyna Libya û Îtalya 300 km ye.

Ji sersalê û wir ve hijmara kesên ku xwestin derbasî Ewropayê bibin û mirine, li gorî eynî dema sala 2020’an du caran lê zêdetir e.

Rêxistina Koçberan a Navnetewî îlonê aşkere kiribû ku ji serê sala 2021’an û wir ve 1369 koçber li DeryayaSpî xeniqî ne.

Back to top button