Li Filîpînê ji ber bahoza bi şid lehî rabû, herî kêm 9 kes mirin

Li Filîpînê ji ber bahoza bi şid, lehî rabû.
Heta niha 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 16 jî wenda ne.

Şevê din li Filîpînê ba û barana dijwar hebû.

Piştî baranê bahoza binavê Kompasu rabû..

Û di nava demeke kurt de lehiyê gelek rê û xanî danî ber xwe.

Bahoza tropîkal herî zêde li girava Lûzonê da.

Ev girava herî mezin a Fîlîpînê ye.

Ji ber bahozê erd heziya.

Rayedaran diyar kirin herî kêm 9 kes mirine û 16 kes jî winda ne.

Her sal nêzî 20 bahoz li Fîlîpînê didin.

Back to top button