Guterres bang li Talîbanê kir: Sozê we dabûne me bicih bînin

Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşanî wê yekê da ku Talîbanê sozên dabûn bicih neanîne.
Talîban jî bi gotina;
Tişta ku platforên cîhanî di nava 20 salan de nekirin, em çawa di nava 2 mehan de pêk bînin.
Beriv da rexneyan.

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres beriya civîna bilind a G-20’an behsa rewşa Efxanistanê kir.

Guterres hişyar kir ku li welat mafê jinan hatine binpêkirin û aloziya aborî jî giran dibe.

Skreterê Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist ku Talîbanê soz dabû wan û got:

Gotibûn ew ê astengiyên li pêşiya mafê jinan rakin. Lê niha sozên xwe ji bîrkirin.

Divê were zanîn bê mafê jinan û sererastkirina aboriyê wê Efxanistan aram nebe.

Berpirsê karê derve ê rêveberiya Talîbanê Emir Han Muttakî li hemberî rexneyên Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşan da..

Muttakî ragihand ku “Emîriya Îslamî” ya Talîbanê çend hefte berê hate avakirin.

Tişta ku civaka navneteweyî di nava 20 salan de nekarî bike, wê Talîban çawa di 2 mehan de pêk bîne.

Back to top button