Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrkê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan xwestin

Îro bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd re xwestin.

Ji bo gerîlayên şehîd Azad Çelê, Amara Cûdî, Serdem Cûdî û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xaşî Xilêf, li ber mala şehîd Amara Cûdî ya li navçeya Girkê Legê konê sersaxiyê hate vedan.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Girkê Legê Qehreman Mihemed axivî û xiyaneta PDK’ê şermezar kir û got:

“PDK’ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re êrişî destkeftiyên gelê Kurd dike.”

Endamê PYD’ê Mihemed Ebdurehîm jî axivî û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk bi çekên kîmyewî li dijî Gerrîla şermezar kir.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Mihemed axivî û bang li şêniyan kir ku li hemberî siyasetên dijminan li dijî herêmê hişyar bin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Back to top button