“Pêwîstiya Erdogan bi şer heye”

Doh piştî civîna Desteya Wezîran a dewleta Tirk, Erdogan axivî.
Di rojeva wî de jî planên êrişên nû li dijî xaka Sûrî hebûn.

Erdogan bêyî ku wan bi nav bike, behsa helwesta Rûsya û Amerîkayê jî kir û got;
Eger ew hêzên bi bandor li gel me tevnegerin jî, em ê bi derfertên xwe tişta pêwîst bikin.

Nivîskarê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Zekî Akil di gotara xwe de siyaseta dewleta Tirk bi vî sernavî pênase kir:
Pêwîstiya Erdogan bi şer heye

22’yê Tîrmeha 2015’an li Serêkaniya serxetê, 2 polîs li malên xwe hatibûn kuştin.

Serokwezîrê demê Ehmed Davutoglu ev yek weke sedema destpêkirina êrişên 24’ê Tîrmehê nîşan da.

Qaşo ji bo 2 polîsan şer destpêkirin. Paşê çi bû? Bi sedan polîs û leşker mirin. Kesên Tirkiyê birêve dibin polîs, îstîxbarat û dadgeh di destê wan de ne.

Wan kesan li şûna lêkolînê, yekser biryara şer dan.

Ji xwe heta niha ew bûyer nehatiye zelalkirin. Ya rast ew her du polîs ji aliyê polîsên din ve hatibûn kuştin.

Şefê îstîxbarata Tirk Hakan Fîdan jî wê demê gotibû,

Peydakirina şerekî li Sûrî hêsan e. Mirov dikare ji aliyê Sûrî ve çend moşekan bavêje vir û vê yekê bike
hinceta şer.

Niha heman komplo û lîstik dubare dibin.

Erdogan bi hêrs e ku li herêma dagirkeriyê ya Mertalê Firatê 2 polîs hatine kuştin.

Lê dema ku 4 leşkerên wî çend roj berê li Idlibê hatin kuştin, qet deng jê derneket.

Heta navê rêxistinên ku ew kuştine jî veşart.

Lê dema mijar dibe Kurd, gef û guran dike. Dibêje ez ê li Rojava û Başûr li bidim û kes jî dengê xwe nake.

Erdogan sûcên li dijî mirovahiyê neman ku li Sûriyê nekiribin.

Efrîn dagirkir, talan, kuştin, êşkence, destdirêjî û revandin kirin para xelkê bajêr.

Hişt ku bi sed hezaran mirov koçber bibin.

Ji ber ku Tirkiye bûye çavkanikya xirabî û terorê, bûye astengiya herî mezin a li pêşiya aştiya Sûrî

Herî baş Amerîka û Rûsya tifaqa Erdogan a bi DAIŞ’ê re dizanin. Di destê van hêzan de têra xwe agahî û belge hene.

Erdogan ji ber ku li hundir û derve asê maye, şensê wî yê serkeftina di hilbijartinan de tune ye.

Ji ber vê yekê ketiye nava hewldana gurrkirina şer. Ji bo vê wê bi ragihandina Rewşa Awarte re muxalefetê bê bandor bike yan jî hilbijartinan taloq bike.

Hedefa gefên şer jî dîsa wekî ku tê dîtin, Kurd in. Ji bo xapandina raya giştî ya derve de jî dibêjin ‘terora PKK’ê’ heye.

Her tim hewl didin PKK’ê wekî DAIŞ’ê nişan bidin da ku desteka zêdetir ji Amerîka û Ewrûpayê bigrin.

Erdogan xwedî biryare ku jenosîda Kurdan temam bike û hemû destkeftiyên wan têk bibe. Kurd bi vê yekê dizanin.

Li vir a girîng ew e ku Kurd amadekariyên xwe kêm nekin û bibin xwedî helwest.

Back to top button