Komîteya Koçberên Serêkaniyê bîlançoya 2 salan ya sûc û hovîtiyê eşkere kir

Ev 2 salin dewleta Tirk û çeteyên wê Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirine.
2 sal in hemû cureyên sûc û hovîtiyê lê van her du bajaran roj bi roj zêde dibin.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê bîlançoya du salan eşkere kir.

Komîteyê di roja 5’an de komcivînên xwe li kampa Waşo bi dawî kir.

Di komcivîna îro de bîlançoya 2 salan yên sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Serekaniyê hate eşkerekirin.

Sûcên ku hatine belgeh kirin ji aliyê komîteya amadekar ve ji 3 aliyên peywendîdar, Koalîsyona Navnetewî, Hêzên Rus û Komeleya UNICEF ê re hat pêşkêş kirin

Li gorî wê di nava van du salan de:

386 kes hatine girtin, ji wan 48 jin û 12 zarok in

232 kes hatine işkence kirin ji wan 3 kes di bin işkenceyê de hatin kuştin

Bi qasî 90 girtî veguhezandine zindanên li Tirkiye.

Li 48 girtîyan cezayê ji 13 sal û heta hetayî hate birîn.

Her wiha 11 kes jî li kolanan li pêşiya çavên gelê deverê hatin idamkirin.

Ev sûc hemî û bi ser de jî guhertina demografî li pêş cavên cîhanê tê kirin lê tu kes dengê xwe nake.

Back to top button