Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka berdewam dike

Çalakiya konvedanê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya li deriyê Sêmalka di roja 8’an de dewam dike.
Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û endamên PYD’ê berê xwe dan konê çalakiyê.

Çalakî bi aramnca şeremzarkirina kiryarên PDK’ê û bi daxwaza radestkirina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên wê de şehîd bûne hate destpêkirin.

Di çalakiyê de hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û got:

“PDK’ê bi hedefgirtina gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê xeta xiyanetê didomîne.”

Berekat bang li malbatên şehîdan yên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên PDK’ê rabin.

Endama PYD’ê Leyla Mihemed Murad da zanîn ku dîroka PDK’ê bi xiyaneta li dijî Kurdan dagirtiye bang kir ku dev ji xeta xiyanetê berde.

Çalakvanan diyar kirin ku dê çalakî berdewam bike heta ku cenazeyên şehîdên gerîla radestî malbatên wan were kirin.

Tê payîn ku wê sibe jî şêniyên navçeya Tirbespiyê çalakiyê dewr bigirin.

Back to top button