Komela Dadgerî ya Kurdistan: Li herêma 3 û 4 yên Hewlêrê sextekarî çêbûye

Komela Dadgerî ya Kurdistanê diyar kir ku li herêma 3 û 4 yên Hewlêrê bi bername di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin û dengê wan kêmkirine.

Namzetê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Ebdulstar Mecîd ku di hilbijartinê de bi serneket, vê êvarê li Hewlêrê helwesta partiya xwe ya li ser encaman eşkere kir.

Ebdulstar Mecîd diyar kir ku wan hêvî dikir ku ev hilbijatin bê sextekarî û binpêkirinan derbas bibe û wiha got.

“Belge di destê me de ne ku li Hewlêrê sextekarî û binpêkirin hatiye kirin. Me komîsyon agahdar kiriye û em ê sibe belgeyên xwe radest bikin.”

Ebdulstar Mecîd diyar kir ku di bernameyê de sextekarî hatiye kirin ku li ser formê 30 denge lê cîhazî 28 deng xwendiye eger li her cîhazekî 2 deng kêmkiribin wê demê gelekin.

Ebdulstar Mecîd da zanîn ku wî nêzî 15 hezar deng aniye ku ew encama herêma 3 û 4 ya Hewlêrê red kirin û qebûl nakin.

Ebdulstar Mecîd destnîşan kir ku wê dengdarên wî ji bo mafên xwe dakevin qadan.

Back to top button