DESTEYA ABORÎ Û ÇANDINIYÊ JI BO KIRÎNA BERHEMA GENIM AMADE YE

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser amadekariya kirîna berhema genim û miqdareke diyarkirî ji berhema ceh ji cotkaran bidawî kir.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Bar-odo têkildarî mijarê axivî û got:

“Planeke guncaw ji bo pêşwazîkirina mewsima îsal ji cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate danîn.

Her wiha hemû tedbîrên pêwîst der barê wê de hatin girtin.”

Selman diyar kir ku navend û depoyên hatin amadekirin zêdetirî 700 hezar ton radike û 200 milyon dolar ji bo kirîna berhem hatin veqetandin.

Têkildarî nirxê kirîna genim,

Selman destnîşan kir ku heta niha nirx nehatiye diyarkirin, wê di demeke nêz de nirxê genim ragihînin.

Selman diyar kir ku ew ê biqasî 20 heta 25 hezar ton ceh ji cotkaran bikirin.

Leave a Reply

Back to top button