Doh bi şevê dagirkeriya Tirk Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kir

Rojên dawî, dewleta Tirk bi dijwarî êrîşî herêmê dike.
Gundewarê Eyn Îsayê jî tim rastî êrşan tê û bi dijwarî tê topbarankirin.

Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev rêya M4, gundê Mişêrfê, embarên genim û gundên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi hawn û obusan topbaran kirin.

Agahiyên der barê ziyanên topbaranê hîn bi dest neketine.

Li Taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê teqînekê rû da

Çend roj in li herêmên dagirkirî li pey hev teqîn çêdibin..

Herî dawî jî li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrînê bû..

Ajansa nûçeyan a Hawarê ragihand, şevê din teqîneke bi hêz çêbû, lê heta niha encamên wê nehatine zanîn.

Back to top button