Siyasetmedar, pêşeng û rojnamevan.
Li vir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev hemû jî rastî êrşên Tirkiyê û çeteyên wê hatine û bûne armanca dagirkeran.
Mîna vê rojê, nûçegihanê ajansa nûçeyan a Hawar’ê Seed Ehmed, di êrîşeke hovane ya artêşa Tikr de şehîd bû.
Îro salvegera duyemîn a şehadeta nûçegihanê ajansa nûçeyan a Hawarê Seed Ehmed e, ku 13`ê Cotmeha 2019`an di êrişa balafirên dagirkeriya Tirk de şehîd bû.
Weke vê rojê bû, ji bo piştgiriyê, şêniyên herêmê berê xwe dan Serê Kaniyê, lê ew jî ji êrîşan neflitîn û li wir hatin armanckirin..
Di nava wan de, nûçegihanê ajansa nûçeyan a Hawarê Seed Ehmed jî hebû ku dixwest rastiya heyî bişopnîne û ji raya giştî re ragihîne ..
Lê tevî bi sedan şêniyan, ew jî rastî êrîşa dewleta Tirk tê û canê xwe ji dest dide..
Şehîd Seed, kêliya dawî jî ji jiyana xwe di şopandina heqîqetê de bihurand û ew bûyer jî belge kir.
Ne tenê ew bû, xebatkarê Çira TV Mihemed Reşo û hejmarek ji rojnamevanên din jî hebûn û ew jî hatin armanckirin.