Gabrîel Şemûn: Divê şênî piştgiriya hêzên parastinê bikin

Gabrîel Şemûn ku Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan e; bang li civaka navneteweyî dike ku rê li ber sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bigire û bang li şêniyan jî dike ku piştgiriya hêzên parastinê bikin.

Gabrîel Şemûn anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmên navçeya Til Temirê , bi taybet cihên ku Suryan û Asur lê dimînin, zêde kirine.

Semûn diyar kir ku cihên îbadetê û goristanên şehîdan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin û piştrast kir “Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”

Gabrîel Şemûn bang li civaka navneteweyî, Rûsya, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî kir ku erka xwe bi cih bîne û rê li ber sûcên dewleta Tirk bigirin

Bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê piştgiriya QSD û Meclisa Leşkerî ya Surayn bikin.

Back to top button