Yemenê ji bo herêma Abdiya ku Husiyan ew dorpêç kirî hişyarî da

Ev bêtirî 7 salane ku li Yemenê civak berdêla şerê meshebî dide.
Hikumeta Yemen, ji bo bajarokê Abdiya li parêzgeha Marib a di bin dorpêça Hûsiyan de ye, hişyariya xwe ya ji bo qeyrana karesata mirovî dubare kir.

Wezîrê Ragihandinê yê Yemenê, Muammer el-Îryanî, li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê rewşa li Abdiye ku di bin dorpêça Hûsiyan de ye, agahdarî da.

Îryanî diyar kir ku bajarokê Ebdiya ev meheke di bin dorpêça Hûsiyan de ye û wiha got:

Derman, pêdiviyên jiyanî û sotemenî bi temamî qediyane.

Çavkaniyên tenduristiyê yên li navçeyê teqez dikin ku ji ber êrişên Hûsiyan, jin û zarok di nav de 160 sivîl hatine kuştin.

Îryanî ragihand ku hûsiyan êrîşî 500 malên li gundên cihê yên navçeyê kirin.

Her wiha sekvanên Hûsiyan her tiştek ku tevger dike dikin armanc.

Bin Mubarek rewşa li Abdiye ji Guterres re ragihand

Wezîrê Karên Derve yê Yemenê Ehmed Ewad bin Mubarek têkildarî rewşa li herêmê ku nêzî 35 hezar sivîl lê ne Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re vegot.

Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan a SABA ku girêdayî hikûmeta Yemenê ye, Bin Mubarek, di pêwendiyeke telefonî de bi Guterres re, ji NY û saziyên wê xwest ku tavilê destwerdanê li herêmê bikin.

Back to top button