DYA: Civîna bi Talîbanê re erênî bû

Belê her di vê navberê de danûstandinên navbera DYA û Talîbanê de didomin.
Herî dawî piştî deshilata Talîbanê kontrola Efxanistanê xist destê xwe, cara yekem şandeyên aliyan li paytexta Qeter Doha civiyan.
Wezareta Karên Derve ya DYA jî civîn bi profesyonelî binav kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Ned Price têkildarî mijarê di daxuyaniya çapemeniya rojane de persiva pirsên rojnamevanan da.

Ned Price got,

“Hevdîtinên şandeya DYA yên bi nûnerên Talîbanê re samîmî, profesyonel û erênî bûn.”

Price danûstandina li gel Talîbanê weke “civîna kar” binavkir û ev tişt anî ziman:

Şandeya DYA bi awayekî eşkere ji talîbanê re eşkere kiriye ku wê ne ligorî gotin, lê li gorî tevgerê wan binirxînin.

Price dazanîn ku di civînê de, gefa terorê ya li Efxanistan, welatiyên Amerîkî û kesên alîkariya wan kirîn ji welat derbikevin niqaş kirine.

Hate ragihandin ku di civînê de ji îstixbareta DYA jî kesên payebilind cihê xwe girtine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Ned Price, pirsa gelo wê di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ-Xuresan ê de, hevkariyek navbera DYA û Talîbanê hebe jî bê bersiv hişt û bi gotina,

“Li vir berjewendiyek hevpar heye.

DAIŞ-X biqasî DYA ji bo Talîbanê jî gefeke mezine” sînordar ma.

Back to top button