Encama fermî ya hilbijartinên Iraqê piştî 20 rojan wê diyar bibe

Li Iraqê, 10’ê Cotmehê hilbijartinên giştî pêk hatin.
Encamên hilbijartinê yên nefermî her çiqasî hatin ragihandin jî çav li encamên dawî yên Komisyona Hilbijartinên Iraqê ye.
Komisyona Hilbijartinên Iraqê diyarkir wê piştî 20 rojên din encama dawî ya hilbijartina parlementoya Iraqê were eşkere kirin.

Berdevkê Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelalî di civîneke çapemeniyê de got,

Dibe ku guhertin di encamên destpêkê yên hilbijartinê de çêbin.

Xelalî diyarkir wê piştî 20 rojên din encama dawî ya hilbijartinê ji raya giştî re were eşkere kirin.

Her wiha Cumane Xelalî da zanîn ji duh ve komisyona hilbijartinê îtirazên li ser encama hilbijartinê werdigre.

Li gorî encamên nefermî ku diyar bûne, Koma Sadir bi girtina bêtirî 70 kursiyan, weke serkeftiyê hilbijartinê tê destnîşankirin.

Partî û rêxistinên Kurdan jî bi girtina ji sedî 61 deng di rêza duyem de cihê xwe girtin.

Tevlîbûna hilbijartina vê carê ji ya 2018’an jî kêmtir bû.

Back to top button