Li London û Başûrê Ingilistanê sotemenî bi zorê tê peydakirin

Li Brîtanya krîza sotemeniyê, bûye derdek ji hikumeta welat re.
Li paytexta Ingilistan London û başûr-rojhilatê welat, tevî derbasbûna mehekê jî hîna çareserî ji aloziya sotemeniyê re ne hatiye dîtin.
Komeleya Firoşkarên Petrolê ya Brîtanî (PRA) ragihand ku heta niha ji sedî 10’ê stasyonên benzînê, benzîn lê tineye.
Û ev yek jî tê texmînkirin ku dinava demek kin de jî çareser nabe.

Li Ingilistana ku demekê roj li ser xaka wî ava nedibû, aloziya sotemeniyê hîna jî dewam dike.

Tevî ku hikumeta welat artêş xistiye tevgerê jî lê çareseriya bingehîn heta niha ne hatiye dîtin.

Brîtanya berdêla derketina xwe ya ji Yekîtiya Ewropa bi aloziya sotemeniyê re dide.

Di daxuyaniya Komeleya Firoşkarên Petrolê ya Brîtanî (PRA) de, hate destnîşan kirin ku kêmbûna sotemeniyê, ku ji ber nebûna ajokarên wesayîtên barhilgire.

Tevî artêşê beşek sereke yê karê ajokariya barhilgiran jî lê hîna alozî didome.

Di daxuyaniya Komeleyê ku li ser mijarê dayî de hate gotin,

Hîna jî ji sedî 10’ê stasyonên benzînê li herêma başûr-rojhilat û London, hîn jî sotemenî tuneye.

Serokê komeleyê Brian Madderson diyar kir ku pirraniya stasyonên benzînê yên ku naha di depoyên wan de sotemenî tune jî nizanin kengê ew ê dîsa karibin sotemeniyê bidin.

Madderson got:

Ji ber barhilgirên sotemeniyê kêm dibin, di raporên derdikevin de jî tê xuyakirin ku stasyonên sotemeniyê kêm dibin.

Ev yek jî dibe sedema ku rewş li London û başûr-rojhilatê welêt a xirab bimêne.

Nirxê lîtreya benzînê ji 2013’an ve di asta herî bilind de ye

Ji 23 Îlonê ve li welat ji ber krîza sotemeniyê nirxê wê jî zêde bû.

Li welat lîtreya benzînê gihişt 1,37 sterlîn.

Bi vê rewşê re, ji doh ve li Ingilistanê nirxê sotemeniyê ji 2013’an ve gihiştiye asta herî bilind.

“Jimara ajokarên barhilgiran yên li welat kêmin”

Bi derketina Birîtanya ji YE re, jimara ajokarên barhilgirên sotemeniyê kêm bûn.

Vîrûsa Corona jî ev rewş hîn zehmetir kir û li welat aloziya sotemeniyê xwe da der.

Li gorî, pisporan diyar dikin ku jimara giştî ya ajokarên veguhastinê yên li welêt ji 100 hezarî kêmtire.

Ev yek pêwistiyên welat yên niha gelek kêmtire.

Karmendên hêzên çekdar ên li welêt ji 4’ê Cotmehê ve dest bi belavkirina sotemeniyê li benzînxaneyan kir.

Back to top button