Piştî demekê Nexweşxaneya Gel a Şedadê hat amadekirin

Piştî salekê ji xebatan, sererastkirina Nexweşxaneya Gel a Şedadê bi dawî bû.. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê niha amadekariyê dike ku kadroyên tenduristiyê yên pispor li nexweşxaneyê erkdar bike.

Endama rêveber a Desteya Tendurstiyê ya Hesekê Sîham Mela diyar kir, niha xebat ji bo vekirina 4 beşên sereke weke ambulans, nexweşiyên zarokan, hundirîn û jinan, tê kirin.

Sîham Mela da xuyakirin ku kêmbûna tendûristî, bijîşkên pispor li herêmên başûrê Hesekê li pêşiya vekirina nexweşxaneyê bû asteng û got:

“Piştî ku kadroyên tenduristiyê bi temamî werin amadekirin, wê nexweşxane di demeke nêz de were vekirin.”

Ji ber pêdiviya şêniyên Şedadê bi nexweşxaneyê, ji Çileya par ve xebatên sererastkirina nexweşxaneyê hatibû destpê kirin.

Back to top button