DEMÎRTAŞ: DOZGERK ÇIMA JI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ ACIZ E

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di dadgeha doza xwe de têkildarî hevdîtinê “pêvajoya çareseriyê” ya bi Ocalan re got:
Welatiyên Komara Tirkiyê, kurd, tirk û muxalefetê bawerî bi hev anî û xwestin pêvajoyê birêve bibin.
Demîrtaş ev pirs kir , Gelo çima dozgerek ji vê aciz dibe?

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di dadgeha doza xwe de têkildarî hevdîtinê “pêvajoya çareseriyê” ya bi Ocalan re axivî.

Demîrtaş got:

Bi Ocalan re tu hevdîtin nedihat kirin.

Me jî di Newrozê de û her cihê fersend lê didît qala vê mijarê dikir.

Wek ku min got kî aciz bû?

Dozgerê ku rapor amade kiriye endamê cematê ye.

Kesên ku hevdîtina bi Ocalan re asteng kirine ne.

Aciz bûn. Çima? Çimkî pêvajoya li Oslo dest pê kir û pişt re li Îmraliyê domiya, ne di kontrola van hêzan de bû.

Welatiyên Komara Tirkiyê, kurd, tirk û muxalefetê bawerî bi hev anî û xwestin pêvajoyê birêve bibin.

Çima dozgerek ji vê aciz dibe?

Heke siyasetmedarek ji bo pêkanîna aştiyê ya welat diaxive û nîqaş dike, çima dozgerek ji vê aciz dibe?

Ya ku yekser li wir dozger eleqdar dike qey sûcê xiyaneta li dijî welat kiriye?

Na. Ev mewzûyek polîtîk e.”

Demîrtaş bal kişand ser berdana bersûcê êrîşî Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu kir û got:

Hûnê derbarê kesê ku li Birêz Kiliçdaroglu da û pişt re berdan û destên wî maç kirin deskariyekê bikin?

Bila rabin binêrin ka kî pesnê sûc û sûcdar dike.

Bila li Tirkiyê edalet hebe.

Leave a Reply

Back to top button