”Pêdiviya koçberên Girê Spî bi dermanan heye”

Bi belavbûna vîrûsa Coronayê re pêdiviya koçberên Girê Spî yên li kampê dimînin bi derman heye. Rêveberiya Navenda tenduristiyê ya kampê banga pêşkêşkirina pêdiviyên tenduristiyê kir.

Endamê rêveber ê navenda parastina ji vîrûsê Fadil Çawîş diyar kir ku rojane bi dehan rewşên ku gumana Coronayê li ser wan hene tên navendê.

Fadil eşkere kir ji ber kêmbûna pêdiviyên tenduristiyê ew nikarin zêdetirî 7 kesî li navendê pêşwazî bikin.

Fadil Çawîş da zanîn ku piranî rewşên bi gûman ên ji wan re tên, ji nexweşxaneya Eyn Îsa yan jî nexweşxaneyên Reqa re tên şandin.

Çawîş derbarê rewşê de hişyarî da û got: ”Dibe ku rewşên pêketiyên vîrusa Coronayê li kampê zêde bibin”. lewma bang li rêxistinên mirovî yên têkildarî tenduristiyê kir ku alîkariyan pêşkêş bikin.

Back to top button