Yehya Resûl: Em dixwazin teknolojiya pêşketî ya leşkerî bikirin

Berdevkê Fermandariya giştî ya Hêzên Leşkerî yên Iraqê Yehya Resûl ragihand ew dixwazin teknolojiya leşkerî ya pêşketî yên mîna balafirên bêmirov û pergala parastina asîmanî bikirin.

Yehya Resûl bi rêya ragihandina fermî ya Iraqê diyar kir ku hikumeta Iraqê ligel wezareta parastinê dest bi hewldana bidestxistina teknolojiya leşkerî ya pêşketî yên wek balafirên bêmirov kiriye.

Resûl diyar kir ew ê pergala parastina asîmanî ya pêşketî ji Fransa û çend welatên din bikirin û ji bo hin kirîna balafirên şer jî wan li gel çend welatan dest bi gotubêjê kirine.

Di meha borî de rayedarên Iraqê ji bo kirîna teknolojiya leşkerî bi taybetî balafirên keşfê yê bêmirov ên bêçek û biçek, bi rayedanên leşkerî yên Tirkiyê re hevdîtin pêk anî bûn.

Back to top button