Civaknas û Çalakvanên Kolombî: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, ji Amerîkayaya Başûrî jî bang hatin kirin. Çalakvanên Kolombîyayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û banga xurtikirina têkiliyên navber gelê Kurd û gelên li herêma xwe kirin.

Ji kolombyayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bertek derketin û komploya navneteweyî hat şermezarkrin.

Civaknas û çalakvanên Kolompî ji ajansa Hawarê re axivîn û diyar kirin ku azadiya rêber Apo azadiya wan e.

Çalakvanê kolombî Emmanuel Rosenthal bal kişand ser hevbeşiya di navbera fikrê rêber Apo û têkoşîna gelên xwe de û anî ziman:

“Paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan a li ser sîstema ekolojîk û azadiya jinê bi ya gelê vê parzemînê re pir dişibin hev.”

Emmanuel behsa dîlgirtina rêber Apo kir û diyar kir ku dîlgirtina wî êrîşeke li dij azadiya gelên xwecihî, jinan û herêmê bi giştî ye û banga xurtikirina têkiliyên navber gelê Kurd û gelên li herêma xwe kir.

Pedro Chavez jî piştgiriya xwe ya bi Rêber Apo re nîşan da û got: “Em bi Rêber Apo re ne.

Ne tenê wêrekiya 23 salan a gelê Kurd, di heman demê de êşên wan jî bi parve dikin, tekoşîna me xwedî armancê hevpar e.”

Civaknasê Kolombî Vilmo Rocio Almendra jî derbarê mijarê de da zanîn ku ew tecrîdê ji bo xwe tiştekî xerab dibînin û got:

”Rêber Apo şêwazê jiyan û berxwedana ji bo xweseriyê, diyarî me dike.”

Vilmo Rocio dawiyê teqez kir ku azadiya rêber Apo ji bo Kolombyayê jî pêwîst e û ew jî li wir dîlgirtî ne.

Kolombya li bakurê rojavayê parzemîna Amerîkaya Başûr e û ji 32 rêveberiyên nenavendî pêk tê.

Back to top button