Yadê Eqîde bi sekna xwe bû mînaka jina azad

Piştî siyasetmedar Hevrîn Xelef, jina berxwedêr Yadê Eqîde jî bi destê heman hovan hat armanckirin.. 13′ Cotmeha 2019 di dema çûyîna karwanekî sivîlan ber bi Serê Kaniyê ve, dewleta Tirk bi balafirek bê mirov ew kerwan bombebaran kir. Yadê Eqîde jî di nav de, zêdetirî deh sivîlan jiyana xwe ji dest da..Bi sekna xwe, Yadê Eqîde bû mînaka jina azad a wêrek, heta dawî li ber xwe da û di oxira vê rêyê de canê xwe feda kir.

“Em berê xwe didin Serê Kaniyê ji bo piştgiriya şêniyên xwe li dijî Erdoganê faşîst bikin.

Dibêjin hûn reviyan, na, em nereviyan û em ê li ber xwe bidin. ”

Beriya şehadeta xwe bi çend saetan vê peyamê ji dagirkeriyê û berê xwe dide Serê Kaniyê ya ku çend roj bûn di bin êrîşên dewleta Tirk de li ber xwe didan..

Belê, em behsa dayika berxwedêr, bihêz û têkoşer, Yadî Eqîde dikin..

Yadê Eqîde yek ji wan kesayetên têkoşer e ku ji destpêka tevgera Kurd ve mîrasekî têkoşîn û berxwedanê li pey xwe hiştiye.

Yadê Eqîd erka rêveberiya Kongreya Star li Girkê Legê wergirt, paşê ji bo Komîteya Lihevanînê wek rêveber hat hilbijartin.

Piştî keda bi salan û kar û xebatên bê westan, di 13’yê Cotmeha 2019’an, Yadê Eqîde, di êrîşeke bêbext a dewleta Tirk şehîd bû.

Îro, du sal li ser şehadeta wê re derbas dibin..

Di salvegera yekemîn a şehadeta Yadê Eqîde de, Komîteya Edaleta Jin a Kantona Qamişlo “Akademiya Yadê Eqîde ya Edaleta Jinan” li bajarokê Rimêlanê yê Qamişlo vekir.

Endama rêveber a Akademiyê Şehrîvan Elî ew bi bîr anî û bi van axaftinan soza şopandina rêya wê da..

Hevrêya Yadê Eqîde, Esma Murad ku nêzî 35 salan pê re maye jî wiha behsa kar û jiyana wê kir..

Yadê Eqîde jî di nav de, gelek kesayetên welatparêz û şoreşger, pêşengtiya şoreşa Rojavyê Kurdistanê kirin û heta dawî li ber xwe dan..

Back to top button