Welatên G20 ji bo krîza aborî ya li Efxanistanê civiyan

Bi vekişîna hêzên DYA û NATO yên li Efxanistanê re, rewşa li welat aloz bûye.
Krîza aborî yek ji sedemên herî mezin yên ji aloziyê ye.
Ji bo alîkariya bi Efxanan re bi daxwaza Îtalya civînek awerte hate lidarxistin.
Serokwezîrê Îtalya Dergahi diyar kir ku lîderan di çarçoveya başkirina rewşa li welat de xwedî hemfikir bûn.
Ji bo pêşîgirtina li têkçûna aboriya Efxanistanê jî, alîkariyek bi qasî milyarek Euro hate ragihandin.

Welatên G20 ji ber krîza li Efxanistanê doh bi serokatiya demkî ya Îtalya civiyan.

Di civîna bi rêya vîdeo konferans hate lidarxistin de, tevî krîza aborî, têkoşîna li dijî teror, tevgera azad ya li nava welat û vekirina dergehên sînor hebû.

Piştî civînê Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi têkildarî navenroka civînê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Mario Draghi diyar kir ku civîn bi awaeyekî erênî pêk hatiye û got:

Lîderan, ji bo krîza li Efxanistanê cara yekem bi awayekî giştî helwest nîşan dan.

Di gelek aliyan de, ji bo weke welatek girîng yê cîhanê lê were xebat hate kirin.

Draghi îşaret bi hişyariyên Netewên Yekbûyî û rêxistinên navnetewî yên ji bo Kabulê kir û ev tişt anî ziman:

Ji bo meznahiya rewşa krîza mirovî ya li Efxanistanê têgihiştinek heye.

Berpirsan balkişandin li ser wêyekê ku bi hatina zivistanê re çiqas dikarin bilev tevgerê bikin.

Ji bo di asta herî jor de li ser vê yekê lihevkirinek pêk were, min balkişand li ser rewşê.

Dergahi: Erkê welatên G20 ku rewşa Efxanan baş bikin

Serokwezîrê Îtalya anî ziman ku ji bo destwerdana di rewşa lezgîn ya mirovî berpirsyarî li ser welatên G20 û wiha domand:

Li Efxanistana ku 20 salin em lê man, berpirsyariya me ya li pêşberî wan heye.

Em berpirsyarin û destwerdan jî karê me ye.

Ji bo alîkariya lezgîn jî hate xwestin erk ji bo Netewên Yekbûyî were dayîn.

Dergahi: Danûstandinên li gel Talîban nayê wateya naskirinê

Dergahi îdia kir ku danûstandinên li gel Talîbanê nayê wateya naskirina wan û wiha domand:

Di demeke ku krîza mirovî zêde dibe de, wê pêwistî bi dîtina danûstandinên gel Talîbanê hebe.

Ew ne li gorî temaşekirina xwe lê li gorî helwesta xwe divê werin şîrovekirin.

YE milyarek Ewuro ji bo alîkariya li Efxanistanê ragihand

YE milyarek Ewuro ji bo alîkariya mirovahî li Efxanistanê ragihand.

Li ser pirsa gelo Serokê Dewleta Rûsya Vladimir Putin û Serokê Çînê Xi Jinping ji ber çi berşdarî civînê nebûne jî Draghi got,

Ez nafkirim ku ji ber sedemek siyasî Putin û Jinping beşdarî civînê nebûne.

Back to top button