FERMANDARIYA YPG’Ê ŞEHÎDÊN QEREÇOXÊ BIBÎR ANÎN

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nivîskî şervanên xwe yên di êrîşa li ser Qereçoxê şehîd bûbûn, bibîr anî.

Fermandariya YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Dewleta dagirker di êrîşa 25’ê Nîsana 2017’an de xwest, pêşketina me ya li Reqa ya li hember DAÎŞ asteng bike.

Dewleta dagirker her tim pêwendiyên xwe yên bi DAÎŞ’ê re parastiye.

Em careke din diyar dikin ku em ê paşerojek azad bi serkeftinan ve dagirtî diyarî gelê xwe bikin.

Ev serkeftina dîrokî bi tunkirina terora DAIŞ’ê ji hemû mirovahiyê re hate diyarîkirin.

Wê têkoşîna me hîn jî xurtir bibe û bidome.

Her êrîşeke faşîzan, her ji kûder tê bila were, wê bi şereke berxwedanê ya mezin were bersivandin.

Em careke din şehîdên Qereçoxê bi rêzdarî bibîr tînin.

Leave a Reply

Back to top button