Biryara Dadgeha Distûra Bingehîn a Polonya ku dij hiqûqa Ewropa ye ket meryetê

Piştî pêvajoya Brexit niha jî Polexit derketiye.
Yekîtiya Ewropa gav bi gav li ber hilweşînê ye.
Ji ber ku endamên yekîtiyê ji tevgerên dawî yên Polonya nerehetin.
Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Polonyayê ya li dijî hiqûqa Ewropayê kete meriyetê.
Endamên yekîtiyê jî dibêjin ev gav, yekîtiyê ber bi hilweşandinê ve dibe.

Di navabera Bruksel û Warşowa de, cudahiya qanûnê rê li ber aloziyê vekiriye.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Polonyayê 7’ê Cotmehê îdia kir ku hiqûqa Polonyayê di ser hiqûqa Ewropayê re.

Ev biryar li ser dozeke hikumeta populîst a netewperest hatibû weşandin.

Ev yek dibe ku gefê li fînansekirina Polonyayê ya ji aliyê Yekîtiya Ewropayê bixwe.

Ji ber vê yekê ragihand ku ew ê di warê hiqûdî de ji Yekîtiya Ewropa cudatir xebatê bikin.

Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Ewropayê ku hiqûqa Polonyayê di ser hiqûqa Ewropayê re pênase kir, piştî ku li Rojnameya Fermî hate weşandin doh kete meriyetê.

Piştî vê yekê ji welatên endamên yekîtiyê helwestên tund derketin.

Her wiha ev yek weke gava destpêkê ya derketina gengaz a Polonyayê ji nava YE tê nirxandin.

Brukselê û gelek lîderên Ewropî biryar rexne kirin.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban jî bang li YE kir ku “hurmetê nîşanî sînorên serweriyê yên dewletên endam bide.”

9’ê Cotmehê bi deh hezaran Polonyayî daketin qadan û piştî vê biryara bi nîqaş, ji bo endametiya Polonyayê ya li Yekîtiya Ewropayê biparêzin xwepêşandan lidar xistin.

Li gorî lêkolînên li nava raya giştî zêdeyî ji sedî 80 yê Polonyayiyan piştgiriyê didin hebûna welatê wan li nava Yekîtiya Ewropayê.

Lê belê têkiliyên navbera Warşowa û Brukselê 2015’an piştî ku partiya Hiqûq û Edaletê (PiS) bû desthilatdar zêde bû.

Back to top button