Japony, Hindistan, DYA û Awistralya dest bi tetbîqatê kirin

Di demeke ku peyamên şer û ceribandina çekan têne kirin de, tatbîqatên leşkerî jî zêde bûne.
DYA, Japonya, Awistralya û hindistan li bi keştiyên xwe yên şer li Kendava Bangalê despê kir.

Li gorî nûçeya ajansa Kyodo, li ser bingeha çavkaniyên Hêza Xweparastinê ya Deryayî ya Japonya (MSDF), tetbîqata “Malabar 2021” a tifaqa Quad (çaralî) ku ji 4 welatan pêk tê dest pê kir.

Li gorî hêzên Japonya, keştiya firokeya şer, hêzên biavî û êrişkar yên herçar welatan beşdarî tetbîqatê bûne.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Kabîneyê li Japonya Seiji Kihara, di civînek çapameniyê de diyar kir ku ew hêvî dikin ev tetbîqat têkiliyên 4 welatan xurt bike da ku vîzyona “Hind-Pasîfîk a azad û vekirî” pêk bîne.

Tetbîqata hevpar a li Kendava Bengalê ya li bakurê rojhilatê Okyanûsa Hindî wê heta sibê dewam bike.

Malabar wekî hewildanek e ku li hember çalakiyên zêde yên Çînê li herêma Hind-Pasîfîkê ye.

Cara yekem tetbîqat 1992’an di navbera Hind û DYA de pêk hat.

Piştre jî 2015’an Japonya beşdarî tetbîqata Malabar bû.

Back to top button