Çavkaniyeke Taybet: Ezîz Weysî û Dilovan Rûbarî fermana êrişa Xelîfanê ya li dijî Gerîla dane

Şeva 29’ê Tebaxê, hêzên PDK’ê li herêma Xelîfanê kemîn danîbûn pêşiya komek gerîla û di encamê 5 gerîla Şehîd bûn û aqubeta gerîlayekî jî nayê zanîn.
Derket holê ku, fermandarê hêzên taybet ên Zêrevanî Ezîz Weysî û berpirsekî pêşmerge yê bi navê Dilovan Rubarî fermana êrişa Xelîfanê ya li dijî Gerîla dane.
Her wiha di nava hêzên kemîn danîne de endamên koma bi navê Leşkerên roj jî hene û navê wan hatin eşkere kirin.

3’yê Cotmeha 2021’an HPG’ê ragihand ku di encama kemînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 29’ê Tebaxê de danîbû pêşiya koma gerîlayan ya ku ji 7 kesan pêk diha, 5 gerîla şehîd bûne.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çavkaniyekê ku nexwestiye navê wî eşkere bibe, têkildarî êrişa Xelîfanê ya 29’ê tebaxê agahî dan û eşkere kir ku fermana êrişê ji aliyê fermandarê hêzên taybet ên Zêrevanî Ezîz Weysî û berpirsekî pêşmerge yê bi navê Dilovan Rubarî ve hatiye dayîn.

Heman çavkanî diyar dike ku hêzên girêdayî PDK’ê kemîn daniye û di nava wan de endamên koma bi navê pêşmergeyên Roj jî hebûn.

“Di nava hêzên PDK’ê de ku kemîn danîbûn Leşkerên Roj hebûn”

Li gorî çavkaniyê, navên hin endamên koma bi navê pêşmergeyên Roj ên ku bi hêzên PDK’ê re di wê êrişê de bûne wiha ne:

Şêran Remedan Sîma
Mevan Îsa Îbrahîm
Îsmaîl Mihemed Salih
Raîd Îsa

Ev koma ku jêre tê gotin pêşmergeyên roj, di 3’yê Adara 2017’an de jî bi hêzên PDK’ê re êrişî navçeya Xanesorê ya Şengalê kir û di vê êrişê de jî 12 kes ku di nava wan de rojnamevan Nûjiyan Erhan jî şehîd bûn.

Ev koma ku fermî girêdayî hêzên Zêrevanî yên PDK’ê ne, lê ji ber ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerde kirin, fermana xwe ji MIT’a Tirk digre.

Bi rojane bang li PDK’ê tê kirin lê xwe bê deng kiriye

HPG çend caran daxuyanî da û bang li PDK’ê kir ku rastiya vê komkujiya Xelîfanê eşkere bike, lê PDK’ê xwe bê deng kiriye.

Bi rojane dayîkên du şehîdên ji rojava ku di nava wan 5 şehîdên Xelîfanê de bûn li ber deriyê sînor ê Sêmalkane da ku cenazeyê zarokên xwe bigrin, lê xwe li ser bûyerê ker û lal kiriye.

Lê tevî hemû bangewaziyan jî heta niha PDK’ê tu daxuyanî nedane.

Back to top button