HPG: Li Kela Bedewê ya herêma Zapê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê li dijî artêşa Tirk ya dagirker ku êrişî başûrê Kurdistanê dike, çalakiyên xwe didomînin.
HPG’ê ragihand li qada Kela Bedewê ya herêma Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî hatin kirin.
Hat diyar kirin di encama van çalakiyan de herî 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji 23’yê Nîsanê ve li dijî êrişên artêşa Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê berxwedana dîrokî didomînin.

Di navbera gerîlayan û artêşa Tirk de şerekî giran diqewime.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk ya dagirker û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de, ya li herêma Zapê ev agahî parve kir;

“11’ê Cotmehê hêzên me li Kela Bedewê li dijî dagirkeran çalakiyeke bi bandor kirin. Di çalakiyê de hêzên me li çepera bombeavêjê ya dagirkeran xistin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Çekeke bombeavêj û çeperek jî hatin rûxandin. Piştî çalakiyê dewleta Tirk ya dagirker bi wesayitên sivîl windahiyên xwe ji qadê birin.”

HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Cumalî Çorum ku bi êrîşên çekên kimyewî şehîd bû û ji bo tola şehîdên Werxelê hatiye kirin.

HPG’ê derbarê êrişên hewayî yên artêşa Tirk ya dagirker de jî ev agahî parve kir;

11’ê Cotmehê qada Çiyayê Reş ya herêma Zapê û derdora Dola Heval Cuma ya li qada Golka a herêma Metînayê derdora Çemê Lolanê ya herêma Xakurkê û qadên Sinînê û Qada Werxelê ya herêma Avaşînê,

12’ê Cotmehê jî quntarên Girê Mozella yê herêma Metînayê bi balafirên şer, helîkoper û hawanan hatin bombebarankirin.

Li aliyê din Navenda Ragihnadin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên ku 30 Tebaxa 2021 li herêma Şirnexê ya bakurê Kurdistanê şehîd bûne, eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. HPG’ê diyar kir ewê tola şehîdan hilînin û Kurdistanê azad bikin.

Back to top button