Kiliçdaroglu: gotinên erdogan hin derdoran teşwîq dike

Li Tikriyê niqaşa “kuştina siyasetmedaran” yek ji rojeva sereke ye.
Gotina “fikarên min yên li ser kuştina siyasetmedaran heye” careke din mixalif û rejîma AKP’ê anîn pêşberî hev.
Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu got, Erdogan ji bo ji deshilatê neçe dikare her tiştî bike.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê jî li ser îdiayên heyî dest bi lêpirsînê kir.

“Derbarê kuştinên siyasetmedaran de fikarên min hene.”

Ev gotina Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, di nava Tirkiyê de bûye yek ji rojeva sereke.

Kemal Kiliçdaroglu di dema serdana xwe ya Mersînê de anîbû ziman ku Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan ji bo dest ji deshilatê bernde dikare her tiştî bike.

Di nava vê de “kuştinên siyasî jî hene”.

Alîkarê Seroka Giştî yê IYI Partî Koray Aydin jî di roportajeke xwe de diyar kir ku têkildarî kuştina siyasetmederan agahiyên ji wan re hatîn ji hene.

Daxuyaniyên ji muxalefetê, bû sedema bertekên tund yên Serokê Rargihandina Serokamariya Tirkiyê Fahrettin Altun.

Di vê mijarê de ya dihat mereqkirin gelo di destê Kiliçdaroglu de belge hene, ger hebe jî wê radestî dozgeran bike yan na ye.

Serokê CHP piştî civîna koma partiya xwe ya li meclisê ji rojnamevanan re axivî û got;

Pêwiste piştî van îdiayan, dozger yekser li gel Erdogan ketiban têkliyê û agahî jê xwestiban.

Kiliçdaroglu gotina Erdogan ya “Ev hîna rojên wan yên başin, wê hîna çi were serê we û çi were” bibîrxist û got:

Dozger pêwiste vê lêkolîn bikin, ji ber çi Erdogan ev gotin bikar anî.

Ez jî weke welatiyeke ji rêzê pirs dikim.

Her wiha vedigere û dibêje, dest ji heskirina xwe ya deshilatê berdin, yan jî wê ev werin serê we.

Serokê CHP’ê anî ziman ku ev gotinên Erdogan tenê hêzê dide derdor û wan teşwîq dike.

Têkildarî pirsa gelo wê li dijî we yan kesekî diyarker ku êriş pêk were ku heta we ev axaftin kir? Kiliçdaroglu wiha got, ew nikare her tiştî bi hûrgiliyan niha bêje.

Piştî 3 rojan Dozgeriya Komarê ya Enqerê têkildarî îdiayên mixalefetê de lêpirsîn da despêkirin.

Serdozgeriyê bê ku kesek serlêdan bike, bi xwe dest bi lêpirsînê kir.

Rejîma AKP û Serokê wê Erdogan dema dibêje “ji bo winda nekin” wê her tiştî bikin bûyerên ji 7 Hezîran heta 1’ê Mijdarê bibîr tînin.

Ji bo vê carê jî hilbijartinê winda neke, gelek senaryoyên kaosê dikare pêk bîne.

Di pêvajoya qala wê tê kirin de, rejîma AKP’ê li bakurê Kurdistanê, bajar wêrankirin, bi sedan sivîl kuştin û bi sedehezaran jî dan koçberkirin.

Back to top button