Amed Milazgir: Dewleta Tirk dibêje me PKK’ê qedandiye wê demê bi kê re şer dike

Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Milazgir derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdisanê, berxwedana gerîla û helwesta PDK’ê de ji Stêrk TV re axivî.

Amed Milazgir anî ziman ku dewleta Tirk nikare bi berxwedana gerîla, lewma gaza kîmyewî bi kar tîne.
Amed Milazgir derbarê êriş û hevkariya PDK’ê de jî got, “Eger bi vî rengî dewam bike wê gelê Kurd û bi taybetî başûrê Kurdistanê winda bike.

Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û êrişên dewleta Tirk, berxwedana gerîla û helwesta PDK’ê nirxand.

Malazgîrt anî ziman ku dewleta Tirk bi rêbazên şerê qirêj timî hewl dide rojevê biguherîne û bal kişand ser îdîayên rayedarên dewleta Tirk ên dibêjin PKK li Bakur qediya û got:

“Eger PKK qediya be hingî bi kê re şer dikin? Mînak; li Serhedê, li Amedê, li Dersimê, li Botanê gerîla çalakiyên bi bandor li dar dixin. Dewleta Tirk li pêşberî gerîla tengav bûye, lewma propagandaya reşkirinê dike.”

Amed Milazgir: Ji ber ku dewleta Tirk têk çûye, gazên kîmyawî bi kar tîne

Amed Milazgir li ser êrişên dewleta Tirk ên li başûrê kurdistanê ên bi desteka NATO û nokerên li herêmê û berxwedana gerîla ya li hember êrişan jî ev agahî dan::

“Xwestin di demeke kurt de encam bigrin, lê belê nikaribûn. Dema ku şer dest pê kir li Zendûrayê berxwedaneke gelekî mezin hate nîşandan. Li Werxelê ji 7’ê Hezîranê ve berxwedaneke gelekî mezin tê nîşandan. Li qada Mamreşo dijmin bi her cûre êrişên xwe nekarî berxwedana gerîla têk bibe, lewma bi gaza kîmyewî heval şehîd xist.”

Amed Milazgir: Ger PDK di siyaseta xwe de dewam bike, ew ê Kurd wenda bikin

Fermandar Amed Milazgir bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi artêşa Tirk re jî ku dixwazin qadên gerîla dorpêç bikin û ev hişyarî kir:

“Me ti carî destûr neda ku di nava hêzên Kurd de rewşeke neyînî biqewime ku dewleta Tirk pê kêfxweş bibe. Lê hêzên PDK’ê hewl dide qadê li me teng bike û pêşî li hevalên me digre. Eger bi vî rengî dewam bike wê gelê Kurd û bi taybetî başûrê Kurdistanê winda bike.

Amed Milazgir: Divê her kes li dora berxwedana gerîla xwe bide hev

Ji fermandarên NPG’ê Amed Milazgir di dawiyê de diyar kir ew di pêvajoyeke hesas de ne û bang li herkesî û bi taybetî ciwanên Kurd kir ku tevlî berxwdanê bibin û têkoşînê bilind bikin.

Back to top button