22 komeleyên Tûnisê li ser hewildanên Tevgera Nehda hişyarî dan

Di demeke ku hikumeta nû ya Tûnisê dest bikar kirî de, li welat metirsiya Tevgera Nehda li pêşe.
22 komeleyên Tûnisê têkildarî hewldanên Tevgera Nehda û alîgirên wê yên xapandina raya giştî ya cîhanê û bi taybet Senato û Rêveberiya Amerîkayê, hişyarî da.

Li gorî malpera El-Erebiyê, Komeleyan bi daxuyaniyekê diyar kir ku hewldanên tevgera Nehda deqeke reş e li ser eniya wan siyasetmedaran ku hinek ji wan ji dawiya 2011’an û vir ve beşdarî hikumetê bûne.

Di daxuyaniyê de, sorkirina welatên biyanî ji bo destwerdana li kar û barên Tûnisê, her wiha bangawaziyên hin partî û kesayetên siyasî ji bo welatên biyanî, hatin şermezarkirin.

Ev yek wekî binpêkirina serweriya Tûnisê hate binavkirin.

Li aliyekî din jî seroka hikumeta nû ya Tûnisê Necla Boden dest bi peywira xwe kir û gelek hevdîtin bi jimareke wezîrên nû re pêk anîn.

Serokomarê Tûnisê Qeyîs Saîd 25’ê Tîrmehê hemû hêza parlamentoyê dabû rawestandin û serokwezîr ji erk girtibû.

Bi vê yekê re dawî li deshilata partiya El Nehda ya ixwana mislimîn ku Tirkiye û Qeter piştevaniya wê dike anîbûn.

Back to top button