Salvegera 2. a şihadeta Dilovan Gever

Hezkiriya jiyana azad, evîndara rastiyê, çavkaniya hêz û moralê Dilovan Gever.
Dilovan, di oxira ragihandina hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bû.
Şehîd Dilovan bîranên xwe di dil û rihê tevahî jinan de hişt û xwestekeke bêdawî di hundirê wan de ava kir.

Li ser şopa heqîqetê û ragihandina êşa civakê û rastiya dagirkeriyê, gelek jinên rojnemevan canê xwe feda kirin.

Yek ji wan jî evîndara Heqîqetê Dilovan Gever e..

Dîlan Olmez bi nasnav Dilovan Gever di sala 1994’an de li Gevera Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe.

Dilovan di nava malbateke welatparêz û li cihekî çiyayî mezin dibe.

Dema ku çeteyên DAIŞ`ê di 2014`an de êrîşî Kobanê dikin, Dilovan xwedî li banga seferberiyê derdikeve.

Bi biryar, vîn û hêzeke xurt sînoran qut dike û derbasî Kobanê dibe.

Bi eşqa azadiyê û têkoşîneke mezin li dijî çeteyan serî hildide û weke şervaneke YPJ`ê bi DAIŞ`ê re şer dike.

Bi rizgarkirina Kobanê re Dilovan derbasî perwerdeyê dibe û pişt re di 2015’an de kar û xebatên arşîvê dike.

Ew bi hêzeke mezin nasnameyên bi hezaran cangoriyên azadiyê çêdike, roj bi roj girêdana xwe ya bi doza azadiyê re xurtir dike.

Piştre di 2018’an de derbasî xebatên navenda ragihandina YPJ’ê dibe.

Dilovan bi dilsozî û xwestek pêşniyar dike ku nûçegihaniya şer bike.

Li ser vê bingehê ew berê xwe dide pêngava rizgarkirina Dêrezorê û bi pênûs, dîmen û wêneyên xwe tunekirina DAIŞ`ê radigihîne.

Dilovan bi heman biryardarî û wêrekiyê di dema êrîşên dewleta Tirk ên di 9’ê Cotmeha 2019’an de, berê xwe dide kantona Girê Spî.

Ew cihê xwe di cenga rûmetê de digre, rastiya li Girê Spî û êrîşên dijwar radighîne.

Di encama bombebarana dewleta tirk de Dilovan Gever di 13’ê Cotmehê de şehîd dikeve.

Dilovan bênavber bi pey rastiyan diket û dixwest tevgera dagirkeriyê ji raya giştî re ragihîne.

Nûpelda Herakol: Dilovan ji şihadetê hêz digirt û sonda xwe pê re nû dikir

Endama navenda ragihandina YPJ`ê Nûpelda Herakol behsa bîranîn, kesayet û bandora têkoşer Dilovan kir.

Nûpelda Herakol: Em ê xeyalên dilovanê bi cih bînin û li pey şopa wê bin

Nûpelda Herekol da zanîn ku heya ew sax bin, ew ê riya şehîdan boşopînin da ku xwestekên şehîd Dilovan pêk bînin.

Back to top button