Desteya Tendrustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji ber vîrûsa Corona 9 kesên din jiyana xwe ji dest dan.
Desteya Tendrustiyê ragihand ku li herêmê 213 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.
Desteyê destnîşan kir ku ji kesên ku nexweşketine 133 mêr û 80 jinin.
Desteyê da zaîn ku 12 kesên din ji vîrûsê başbûn.
Kesên ku jiyana xwe ji dest dane yek ji Qamişlo, 2 ji Dêrikê, yek ji Kobanê, û 2 ji Tepqa, yek ji Dêrazorê û yek Minbicê ye.
Li herêmê heya niha hejmara pêketiyan gihaştiye 31 hezar û104 kesan, ji wan Hezar û 59 kesan jiyane xwe ji dest dane û 2 hezar û 284 kes jî başbûne.