Partiya Sûriya Pêşerojê banga darizandina kujerên Hevrîn Xelef kir

Çalakiyên bîranîna sekretera Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef dewam dikin..
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevrîn Xelek hat bibîranîn û komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê jî hat şermezarkirin.
Di çalakiyan de banga darizandina kujerên Hevrîn Xelef hatkirin.

2 sal in li ser Şehadeta sekretera Partiya Sûirya Pêşeroj Hervîn Xelef re derbas bûn.

Îro jî li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cûda Hevrîn Xelef hat bi bîr anîn.

Li Efrîn-Şehba bi tevlîbûna bi dehan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û nûnerên partiyên siyasî yên din li navçeya Fafînê ya Şehbayê daxuyaniyek hevpar hat dayîn.

Di daxuyaniyê de, bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember qetilkirina Hevrîn Xelef hat şermezar kirin.

Hate ragihandin ku Hevrîn Xelef bi rêya koma Ehrar El-Şerqiye ya girêdayî dewleta Tirk û bi serkêşiya çete Hatim Ebû Şeqira hat şehîdxistin.

Di daxuyaniya de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwaazinû dagirkeriya Tirk li Sûriyê bidawîbikin.

Li Minbicê bi çalakiyekê Hevrîn Xelef hate bi bîr anîn

Bi heman armancê şêniyên bajarê Menbicê jî bi xwepêşandanekê Hevrîn Xelef bi bîr anîn.

Li ser navê komabûna Jinan a Zenûbiya li Minbicê Nisrîn El-Elî daxuyaniyek da.

Nisrîn El-Elî xwest ku hesab ji sûcdarên siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef şehîd xistin û sûcên ku li dijî şêniyên herêmên dagirkirî pêk tînin were xwestin.

Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqa bang bidawîkirina komploya navneteweyî kir

Li Tebqayê jî ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan xwepêşandanek pêk hat û banga darzandina kujerê Hevrîn Xelef kir.

Piştî çalakî veguhereî mîtingê, Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Şeza Mihemed axivî.

Şeza Mihemed diyar kir ku şehîdkirina hevrîn Xelef û dagirkirina Girê Spî, Serê Kaniyê kirinên berdawamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye.

Şêniyên Derazorê: Bi hezaran jin şopdarên Hevrîn Xelef in

Partiya Sûriya pêşerojê li Dêrazorê şehadeta sekretera Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

daxuyaniyê wiha got:

“Wan jiyana Hevrîn Xelef bidawî kir, lê ew nikarin têkoşîna wê ku bi hezeran jin şopdarên rêya wê ne bi dawî bikin.”

Back to top button