Hemû endamên Konseya Rêveber ya Tevgera Goran îstifa kirin

Konseya Rêveber a Tevgera Goran bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû endamên wê ji hilbijartininên Iraqê xwe îstifa kirin.

Piştî ku di hilbijartinên pêşwext yên Parlamentoya Iraqê de, Tevgera Goran ti parlamenter bi destnexistin hemû endameên Konseya Rêveber ya Tevgera Goran dest ji kar berdan.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Wek qebûlkirina berpirsyariya vê qonaxa hesas, wek Konseya Rêveber a Tevgera Goranê me biryar da ku dest ji kar berdin, her wiha di demeke herî nêzîk de desteyeke demkî ji bo rêvebirina Tevgerê tê pêkanîn.”

Serokê Giştî yê Tevgera Goran jî di nava Konseya Rêveber ya Tevgera Goran de cih digire. Li gorî vê wî ji îstifa kir.

Back to top button