Li bajarê Kobanê mihrecana 2’emîn ya Şehîd Bawer hat lidarxistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê mîhrîcana 2’yemîn a Şehîd Bawer hat li dar xistin.

Mîhrîcan bi beşdariya bi sedan şêniyên Kobanê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê li dar ket.

Di mihercanê de Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û diyar kir ku deweleta Tirk bi armanca dagirkrinê êrişên hovane li dijî çiyayên Kurdistanê pêk tîne.

Xunav Xelîl bang li ciwanan kir ku li hemberî hemû cûreyên şer xwe bi rêxistin bikin û rawestin.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mawa Tolhildan li ser têkoşîna şehîd Bawer li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê axivî û got,

“Em di pêvajoyekê de dijîn ku gelê Kurd rastî qirkirinê tê. Û dijmin jî dixwaze bi destê PDK’ê civaka êzidî ya li Şengalê qir bike, lê ciwanên Şengalê dê li hember wan êrişan bisekinin.”

Di dawiyê de mihrecan bi pêşkêşkirina sitran, şano û gerandina dîlan hat bi dawî kirin.

Back to top button