Li Norwêcê 5 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûne

Doh êvarê li Norwêcê, êrişeke bi tîr û kavanê pêk hat.
Di encamê de 5 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Rêveberiya Polîsan eşkere kir ku êrişkarê 37 salî ji Danîmak e û beriya demekê bûye musilman.

Li bajarê Kongsberg ê dikkeve Başûr-rojavayê paytext Osloyê, kesek bi tîr û kavanê êrişê derdorê kir.

Li gorî çapemeniya herêmê, êişkar pêşî kesên li nava mar-ketê kirin hedef û paşê berê tîrên xwe da mirovên li derve.

Di êrişê de 5 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Polîsan ragihandin ku gomana wan heye êriş terorîstî be.

Rêveberiya polîsan, eşkere kir ku kesê êriş pêk anîye welatiyeke Danîmarkî yê 37 salî ye.

Li gorî daxuyaniyê, kesê êrişkar beriya demeke bûye musliman û ji ber meyla wî ya ber bi tûndiyê ve hatiye hişyar-kirin.

Serokwezîra Norwêcê Erna Solberg, bûyer weke êrişeke hovane binav kir.

Piştî êrişê li bajêr hejmareke zêde a polîsan hat bicihkirin.

Her wiha li ser asta welat bang li hêzên polîsan hat kirin da ku xwe biçek bikin.

Li Norwêcê herî dawî sall 2011’an êriş pêk hatibû.

Rastgirê tûndre Anders Breivik ku weke dijminê ola Îslamê dihat naskirin, 77 kes kuştin.

Back to top button