Li Şêrewa şerekî dijwar navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de rû da

Piştî gefên Erdogan ên li ser herêmê duh êvarê li navçeya Şêrewa şerekî dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de rû da.

Ajansa nûçwyan Hawarê ragihand ” Çeteyên dewleta Tirk a qirker duh derengiya şevê êrişeke berfireh birin ser bendên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Bênê, Aqîbê û Basilê yên navçeya Şêrawayê.”

Hate ragihandin ku bi bersivdayîna hêzên hikûmeta Şamê re şerekî dijwar rû da.

Hemwextê wê, hat gotin ku balafirên şer ên Rûsyayê jî li herêmên navborî geriyane.

Li aliyekî din û li gor saziyên ragihandinê yên hikûmeta Şamê balafirên şer ên Îsraîlê herêma Al-Tanaf ku dikeve milê Palmîra ango Tedmurê, hin deverên hêzên girêdayî Îranê kiriye armanc.

Hat ragihandin derveyî ziyanên madî ti tiştek nebûye.

Back to top button