Farûq El Maşî: Qutkirina ava Firatê gefa xelayê li hezaran mirovî dixwe

Ava Firatê û rêjeya herikîna wê ber bi herêmê ve, roj bi roj ji aliyê Tirkiyê ve tê kêmkirin..
Farûq El-Maşî; Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser, hişyarî da û piştrast kir “Herêm li ber ziwabûnê ye û çandinî û sewalvanî têk diçin.”

Farûq El-Maşî anî ziman “Ji ber ku baş dizane çemê Firatê damara jiyanê ya sereke ji Sûriyê re ye, Dewleta Tirk bi vî sûcî tevahî peymanên navneteweyî binpê dike .”

El-Maşî eşkere jî kir “Ji ber vî sûcî, herêm gihaştiye asta ziwabûnê, warê çandinî û sewalvaniyê jî roj bi roj têk diçin, gefa xelayê li hezaran mirovî tê xwarin û bandoreke neyînî li beşa pîşesaziyê jî kir.”

Farûq El-Maşî civaka navneteweyî di vî alî de û ji ber bêdeniya wê rexne kir û tekez kir “Dewleta Tirk berpirsê birçîbûn û ziwabûna li herêmê ye.”

Back to top button