Îro roja dawî ya wergirtina itîrazên li ser encamên hilbijartina Iraqê ye

Ji bo wergirtina giliyên li ser encamên hilbijartina Iraqê, tenê îro ma..
Tevî hemû nerazîbûnên berî niha derketî, Tevgera Goran jî encamên hilbijartinê nirxand û bi daxuyaniyekê hemû endamên wê îstîfa kirin.
Çavdêrî siyasî Elî Mihemed jî diyar kir ku bêyî pejirandina Amerîka û Îranê avakirina hikûma nû li Iraqê nepêkan e.

10’ê Cotmehê li Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê pêk hat.

Îro roja dawiye ji bo wergirtina gilî û îtirazên li ser encama hilbijartinê ye.

Piştî encamên destpêkê hatin ragihandin, gelek partî û nemzetan îtiraza encamên hilbijartinê kirin.

Hemû endamên Konseya Rêveber a Tevgera Goran îstifa kirin

Konseya Rêveber a Tevgera Goranê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê giştî yê Tevgerê jî di nav de, wê hemû endamên wê îstîfa bikin.

Konseyê di daxuyaniya xwe de got:

“Ev biryar piştî ku Tevgera Goran di hilbijartina Iraqê de ti parlamenter dernexist hat.”

Raste Tevgera Goran bi awayek giştî winda kiriye, lê em ji hemû goranxwazan re piştrast dikin ku em ê şaşiyên xwe rast bikin.”

Çavdêrê Siyasî Elî Mihemed: Bêyî pejirandina Amerîka û Îranê avakirina hikûmeta nû nepêkan e

Ji bo vê rewşa nû jî Çavdêrê Siyasî Elî Mihemed diyar kir ku her çendî Tevgera Sadr piraniya kursiyan bi dest xistibe jî wê nikaribe hikûmetê ava bike.

Li gorî encama hilbijartinê, ji bo avakirina hikûmetê pêwîstî bi lihevkirina sêalî heye.

Li gorî Çavdêrê Siyasî Elî Mihemed girêdana avakirina hikûmeta Iraqê bi hejmara kursiyan ve jî nîne, zêdetir pêwîstî bi pejirandin û lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê de heye.

Back to top button