ZERÎF: TRUMP ŞERÊ ME NAKE, LÊ BOLTON Û NETANYAHU WÎ GUR DIKIN

Nakokiyên navbera Îran û Amerîkayê ji çaxa rêveberiya Trump ji lihevkirina nuklerî ya bi Îranê re derketiye, zêde bûne. Ji hingê de Amerîka dest bi ferzkirina cezayan li ser Îranê kiriye. Wezareta karê derve ya Îranê jî, Bolton û Netenyahu bi vê yekê tawanbar dike.

Wezîrê karê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rûbirûkirina me hatiye dehfanadin.

Zerîf got:

Ez texmîn nakim ku Trump dixwaze şerê me bike.

Ez dibêjim şêwirmendê serokê Amerîkayê John Bolton û serowezîrê Îsraîlê Benjamen Netenyahu wî li me gur dikin.

Zerîf diyar kir ku kesên van siyastan li ser me pêk tînin, naxwazin danûstandin çêbibin.

Zerîf anî ziman ku Îran naxweze şer bike, lê ji parastina xwe jî nareve.

Li aliyekî din, nûnerê Amerîkî yê taybet bi karûbarên Îranî Brian Hook teqez kir ku cezayên Amerîka li Îranê ferz kiriye, hikumeta Îranê ji 10 milyar dolar ji qazancên neftê bê par kiriye.

Her dawî Amerîka efûyên kirîna nefta Îarnî rakir û Îran gef lê xwar û got:

Em ê neftê hinarde bikin û Waşinton nikare me li ser çokan deyne.

 

 

Leave a Reply

Back to top button