Hûsiyan herêmên nêzî navenda Marib kontrol kirin

Di şerê li Yemenê de, Husî herêmên nû kontrol dikin.
Piştî bi heman êrişên Husiyan li ser herêma Maribê, karîn çend herêman kontorl bikin.
Herî dawî jî Husiyan, 3 gundên bajarokê El Cube yê nêzî navenda Maribê kontrol kirin.

Doh di saetên êvarî de, çekdarên Hûsî êrişên xwe yên li ser 3 gundên bajarokê El Cube zêde kirin.

Di encamê de, hersê gund hatin kontrolkirin.

Weke qonaxa piştre jî navenda bajarokê El Cube ku nêzî bajarê Maribê ye di hedefa Hûsiyan de ye.

Artêşa Yemen û hêzên eşîreyên li herêmê ji bo parastinê ketine tevgerê.

Tê gotin di encama armanckirina Husiyan a benzînxaneyeke li herêmê de, sivîl mirine.

Herêma Marîb ji ber ku kelha dawî ya di destê hêzên hikumetê de ye, xwedî girîngî ye.

Herêm di warê sotemeniya dîzel û gaza petrolê ya li welat herî zêde tê bikaranîn de dewlemende.

Tevî agirbesta hêzên navneteweyî jî bi mehan e şer didome.

Piştî sala 2014’an paytexta welat Sana kete destê Hûsiyan û vir ve şereke dijwar destpê kir.

Li aliyekê hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî piştevanî dike, li aliyê din jî Hûsî hene.

Back to top button