Fîlîpînê…Ji ber bahoza li herêma Luzonê 19 kes mirin

Li Fîlîpînê bahoza Kompasu bîlançoya qurbaniyên xwe zêde dike.
Li welat lehî û şemitîna erdê ya ji ber ba û baranê rû da, bû sedema mirina 19 kesan.

Bahoza Kompasu bi xwe re baraneke zêde anî.

Di nava du rojan de barana têra mehekê bike bariya.

Bahozê bandora herî giran li herêma Luzonê kir ku li vê herêmê xisarek ji 17 milyon euroyî li sektora çandiniyê bû.

Her wiha xisar li sedan malî bû.

Li gorî rayedaran nêzî 15 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.

Ji ber karesaetê herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tê gotin ku 14 kes jî winda ne.

Her sal derdora 20 bahoz li Fîlîpînê radibin û bandoreke giran li milyonan mirovî dike.

Back to top button