PARTIYA DEMOKRATÎK A PÊŞVERÛ A KURD LI SÛRIYÊ HELWESTA ENKS’Ê YA HEVKARIYA BI TIRKIYÊ RE REXNE KIR

Partiya Demokratîk a Pêşerû a Kurd li Sûriyê ya Şaxê Hesekê, forumeke siyasî li hola Cigerxwîn a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê lidar xist.

Di forumê de nûnerên hemû partiyên siyasî û Meclisa Êlên Kurdî yên herêma Hesekê amade bûn.

Endamê Buroya Siyasî ya partiya pêşverû Ehmed Silêman axivî destkeftiyên QSD’ê li dijî DAIŞ’ê bi dest xistine pîroz kir.

Silêman helwesta ENKS’ê ya hevkariya bi Tirkiyê û çeteyên wê re ya dagirkirina Efrînê rexne kir.

Silêman diyar ku ku helwesta Tikiyê der barê gelê Kurd de diyar e û ew jî qikirina vî gelî li her deverekê ye.

Silêman banga xurtkirina yekîtiya gelê kurd û sûriyê kir.

Dawiya forumê de hate gotin divê Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê di demeke lez de bê lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button