Taywan…Di şewata li avahiyek a bajarê Kaohsiung de 46 kes mirin

Li Taywan bajarê Kaohsiung yê Taywanê şewatek mezin di avahiyeke 13 qatî de pêk hat. Ji ber şewatê 46 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî dema herêmê di saet 03:00 despêka rojê de li bajarê Kaohsiung yê dikeve başûrê welat şewat derket.

Bîlançoya şewatê jî giran dibe.

Li gorî daneyên ku ji aliyê tîmên Agirkujiyê ve hatiye dayîn 46 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 41 kes jî birîndar bûne.

Şewat di avahiyeke 13 qat de pêk heibû.

Rêveberiya welat ragihand ku têkildarî sedema derketina şewatê lêkolînên wan didomin.

Agirê ku avahî dorpêç kirî, di saetên siharê de hate vemirandin.

Avahiya ku beriya 40 salî ji bo cihê razan û ofisên taybet hatî avkirin, êdî gihişt astekê ku nayê bikaranîn.

Back to top button