WHO: Hucreyên Lacks bûn sedema vedîtinên girîng

Piştî mirina xwe bi 70 salan hate xelatkirin.
Hucreyên Henrietta Lacks ya ku weke “dayîka tip a modern” tê naskirin ji bo tibê bû sedema vedîtnên girîng.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) her çiqasî tişta bijîşkan bi serê jina Afro-Amerîkî şaş dîtibe jî lê ew hêjayî xelata rûmetê jî dîtin.

Henrietta Lacks sala 1951’ê di 31 saliya xwe de ji ber kansera malzarokê jiyana xwe ji dest da.

Mînakên hucreyên wê bêyî agahiya malbatê ji aliyê doktoran ve hatin wergirtin.

Yekemîn hucreyên mirovan ên zindî bûn ku li derveyî bedena mirovan zêde dibûn.

Hucreyên wê di derziya dijî felca zarokan, nexşeya gen û tedawiya IVF de hatin bikaranîn.

Ev yek û vedîtinên mîna van, bûn sedem ku Henrietta Lacks weke ‘dayik’a tib a modern bê pênasekirin.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus doh li bajarê Cenevê yê Swîsreyê di merasîmeke taybet de got,

“Tişta bi serê Henrietta hat şaş bûn.

Yek ji gelek jinên nereş bû ku bedenên wan ji aliyê zanyaran ve ji bo nebaşiyê hate bikaranîn.

Ji bo tedawî bibe baweriya xwe bi sîstema tenduristiyê anî.

Lê belê sîstemê bêyî agahî û destûra wê hin tişt jê stand.”

Hucreyên HeLa ku ji tîpên destpêkê yên nav û paşnavê Henrietta Lacks hate pênasekirin, li dijî kansera malzarokê ya ku Lacks kuşt, di derziyê de hatin bikaranîn.

Kurê Lacks ê 87 salî Lawrence xelat wergirt û diyar kir ku dayika wî jineke bêhempa bû ku piştî mirina xwe jî xizmeteke wê ya mezin ji cîhanê re bû.

Lacks li Baltimoreyê, li nexweşxaneyeke Marylandê ku ji aliyê nijadî ve hatibû cudakirin jiyana xwe ji dest da û piştre li goreke bênav hate veşartin.

Back to top button