Blinken işaret bi “çareseriya du dewletî kir”

Îsraîl ji bo peywendiyên xwe yên li gel welatên Ereban baş bike, DYA weke darê tirsandinê bikar têne.
Li paytext Waşîngton, Wezîrê Karên Derve Blinken bi hempîşeyên xwe yên Îsraîl û Îmaratê re civiyan.
Blinken ji bo dawî anîna şerê navbera Îsraîl-Filistînê, careke din îşaret bi çareseriya du dewletî kir.
Wezîrê Îmaratê El Nehyan jî got,
Filistînî wê bibin hêmana herî girîng ji bo misogerkirina aştiya li herêmê.
Di armanca Wezîrê Îsraîlê Lapid jî careke din Îran hebû.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Antony Blinken bi Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yair Lapid û Wezîrê Karên Derve yê Îmarat Şêx Ebdullah bin Zayed Al Nahyan re li paytexta DYA, Washington civiyan.

Piştî hevdîtina Wezîrên Karên Derve civîneke hevpar a çapemeniyê hate li dar xistin.

Antony Blinken diyar kir ku DYA ji bo peymanên di navbera Îsraîl û welatên Ereban de wekî Peymana Abraham (Abraham Accords) tê zanîn berfireh bike dixebite û got:

Ji nûve avakirina van pêwendiyan hêviya kêmkirina aloziya navbera aliyan de jî dide nîşankirin.

Blinken pesnê têkiliyên navbera Îsraîl-Îmaretê da û destnîşan kir ku her sê welat wê li ser toleransa olî, av û enerjiyê bixebitin.

Wezîrê Amerîka rêya çareseriya bidawîkirina aloziya navbera Filistîn-Îsraîlê bi “çareseriya du dewletî” ve girê da.

Antony Blinken diyar kir ku ew plan dikin ku konsolxaneya Amerîkayê ya li Qudsê ku di serdema Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de hatibû girtin, ji nûve vekin.

Blinken: Divê Îran bizane dem diqede

Blinken beriya axaftina xwe biqedêne careke din Tahran xist hedefa xwe û wiha got:.

Divê Îran bizane dema ji bo peymana nukleerî diqede.

Ger ev rêbaz encam negire, wê yên din bikar bînin.

Lapid: Em ê rênedin Îran bibe gefeke nukleerî

Wezîrê Îsraîlî Yair Lapid teqezî li ser pabendbûna xwe bi mafê hemû mirovan, di nav de Filistînî, kir ku jiyanek xweş bijîn û got:

Îsraîl di nava çar mehên dawî de balyozxaneyên xwe li Îmarat, Fas û Bahreyn vekir.

Her wiha şerê bi Misir û Urdunê re vediguherîne aştiyê.

Yair Lapid hişyarî da ku Îran gefeke nukleerî ya her diçe mezin dibe û diyar kir ku ew ê nehêlin Tahran bibe gefek nukleerî.

Lapid anî ziman ku li dijî Îranê di her kêliyê de dibe ku bikevin tevgerê.

El Nehyan: Bê cîranan em nikarin qala aştiyê bikin

Wezîrê Îmaratê El Nahyan jî got:

“Filistînî wê bibin hêmana herî girîng ji bo misogerkirina aştiya li herêmê.

Bê cîranan, em nikarin qala aştiya li herêmê bikin.”

El-Nehyan her wiha diyar kir ku wê di demek nêz de serdana Îsraîlê bike.

Back to top button